Çalakvana Lubnanî: Plana Amerîkayê çareseriyek siyasî temsîl nake

Çalakvana Lubnanî Kaida Ebdullah Sarût destnîşan kir ku plana Amerîka ya ji bo agirbestê li Zîvala Xezayê çareseriyek siyasî ya rastîn temsîl nake û got ku dûrxistina jinan a ji qonaxa pêş me, bêrêziyek eşkere ya edalet û rûmetê ye.

MALVA MUHEMED

Navenda Nûçeyan – Plana Amerîka di kêliyek girîng a dîroka nakokiya Filistîn-Îsraîlê de tê. Ji ber ku trajediya mirovî li Xezayê xirabtir dibe û bangên navneteweyî ji bo agirbestê zêde dibin. Di nav pêşwaziyek navneteweyî ya bi guman û helwestên cihêreng ên Filistînî de plan, vîzyonek ji bo rêveberiyek teknokratîk a di bin çavdêriya navneteweyî de pêşniyar dike. Lê nebûna her garantiyek ji bo rawestandina domdar a dijminatiyê, gumanan li ser armancên wê yên rastîn zêde dike.

Plana nû ya Dewletên Yekbûyî ku wek "Roja Paşîn" tê zanîn, yek ji pêşniyarên herî berbiçav ên li ser maseyê derdikeve holê ye. Her çiqas hin kes wê wek derfetek ji bo aramiyê û yên din jî wek manevrayek siyasî dibînin jî, ev plan pirsên bingehîn li ser pêşeroja doza Filistînê û ji nû ve teşekirina siyasî û aborî ya Xezayê ku ji îradeya gelê wê dûr e, derdixe holê. Gelo ev plan destpêka çareseriyek siyasî ya dadperwer temsîl dike, an jî tenê perdeyek ji bo berfirehkirina bandora Îsraîlê û paşguhkirina mafên Filistînê ye?

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvînek bi çalakvana Lubnanî Kaida Abdullah Sarout re çêkir.  

*Plan agirbestek û avakirina rêveberiyeke teknokratîk a bi çavdêriya navneteweyî pêşniyar dike ku Hamas û desthilata Filistînê tê de cih negire. Gelo ev plan siyasetê ji îradeya gel dûr dixe?

Planê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo rawestandina şerê li Xezayê, di prensîbê de erênî xuya dike. Ji ber ku armanc dike ku şer bi dawî bike û sivîlan rizgar bike. Lê ew têr nake heya ku ji bo herdû aliyan adil nebe û bi zelalî mafên gelê Filistînê yên wek rakirina dorpêçê, vegerandina koçberan û ji nû ve avakirina Zîvala Xezayê, mîsoger neke.

Ev plan agirbestek demkî temsîl dike ku ji çareseriyek radîkal dûr dikeve ku azadî û rûmetê mîsoger dike û pêşî li dubarebûna trajediyê digre. Aştiya rastîn divê adil be, ne bi zorê an bi yekalî were ferzkirin. Tiştê ku îro tê pêşniyarkirin xizmeta berjewendiyên Îsraîlê dike.

*Xwediyên erdê ji cih û warên xwe derxistine, di heman demê de mafên Filistîniyan, paşguh dike û êşa wan girantir dibe. Di nav şert û mercên jiyanê yên xirabtir de Xezayê tarî dike. Bi nêrîna te ev plan ji bo çareseriya siyasî derfetek e?

Ev plan bi nêrîna min çareseriyeke siyasî ya rastîn temsîl nake. Ew wek rêveberiyeke krîzê ya demkî xuya dike ku armanc dike rewşê aram bike. Lê bêyî ku kokên pevçûnê, wek dagirkirin, dorpêçkirin û binpêkirina mafên gelê Filistînê, çareser bike. Aştî bi çareseriyên demkî nayê bidestxistin; berovajî vê, rêveberiyeke siyasî ya cidî hewce dike ku bingehên çareseriyeke dadperwer û berfireh deyne.

Pêwîst e ku mafê jiyaneke bi rûmet ji Filistîniyan re bê dayîn, wek ku ji bo hemû gelên cîhanê heye. Li şûna ku planek were pêşniyarkirin û serkeftina wê ji şans an şert û mercan re were hiştin, ev rêbaz nayê qebûlkirin. Divê her planek bernameyên zelal û garantîkirî di nav xwe de bigre, ne tenê sozên ku hêrsa gel dikşînin. Agirbestek bêyî gavên pratîkî, li ser erdê aştiyê çênake; ew tenê teqîna din bipaş dixe.

*Hûn helwestên cuda li ser planê û pêşwazîkirina welatan a ji bo wê çawa dinirxînin, tevî ku tê de ti garantiyên zelal ji bo avakirina dewletek Filistînî an rawestandina daîmî ya êrîşan tunene?

Tiştê ku îro diqewime, derfetek rastîn nade gelê Filistînê ku edaletê bi dest bixe yan mafên xwe bi dest bixe. Ew wek hewldanek ji bo zextek siyasî bêyî ti garantiyek rastîn xuya dike. Ji ber pirbûna aliyên Filistînî, tiştekî xwezayî ye ku bertek cûda bibin. Her alî dê li gorî helwest û berjewendiyên xwe nêzî vê siyasetê bibe. Ev siyaset wek manevrayek xuya dike û dibe ku tenê were qebûlkirin ger ew bi rastî bibe sedema bidawîkirina şer û bidestxistina armancên xwestî.

Gelek welatan pêşwaziya vê planê kirine jî. Ew di bingeh de ji bo parastina aramiya nisbî ku xizmeta berjewendiyên wan dike hewldanek e. Ne hewce ye ku berjewendiyên gelê Filistînê pêk bên. Ev welat bi xwezayî dê razî bibin û derfetê bikar bînin da ku bandora xwe xurt bikin, lê welatên Ereb bi weşandina daxuyaniyên şermezarkirinê yên ku ji daxuyaniyan wêdetir naçin, razî dibin. Tevî şiyana wan a bandorkirinê, eger ew di Konseya Ewlekariyê de bicivin û bi yek dengî biaxivin, ew tercîh dikin ku berjewendiyên xwe yên teng bişopînin, dorpêçkirin, kuştin û birçîna ku Filistînî pê re rûbirû ne paşguh bikin.

*Her çiqas desthilata Filistînî pêşwaziya planê kiribe jî, Hamas bi baldarî lê dixwîne. Senaryoyên gengaz ji bo bersiveke Filistînî çi ne? Gelo plan çavên xwe ji binpêkirinên ku bi taybet li dijî jinan têne kirin digire?

Eger Hamas rewşa siyasî dinirxîne, divê trajediyên rojane yên ku gelê Filistînê pê re rûbirû dimîne jî li ber çavan bigire. Tiştê ku îro hewce ye ne lihevkirinek di navbera aliyan de li ser bingeha berjewendiyan e, lê belê lihevkirinek ji bo xatirê sivîlên ku bedela şer didin e. Em hewcedariya çareseriyeke siyasî ne.

Li gor texmînên min, Îsraîl dê ji her planeke ku were bicîhanîn ji sedî 90ê sûd werbigire, lê gelê Filistînî wekî her carê tenê perçe perçe werdigire. Binpêkirinên li Zîvala Xezayê, ji polîtîkayên birçîbûnê bigire heya koçberkirina bi darê zorê ber bi bajarên cîran an welatên din ve, ji bilî amûrên sîstematîk ên normalîzekirina qirkirinê tiştek din nînin. Planên ku ji bo rawestandina şer hatine pêşniyarkirin di bingeh de ne armanc ew e ku êşê bi dawî bikin, lê ji bo berfirehkirina bandora Îsraîlê perdeyekê peyda bikin. Ew ne li ser bingehek edaletê hatine avakirin, li gorî berjewendiyên hêzên serdest hatine amadekirin, rastiya mirovî ya li Xezayê paşguh kirine.

Jinên Filistînî tevî binpêkirin û zordariya ku pê re rûbirû mane, bi piranî ji biryardana siyasî dûr dimînin. Berovajî jinên li welatên din ên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ku tevî dijwarî û dûrxistinê jî, hin mafên xwe bi dest xistine. Di du salên borî de, jinên Filistînî barên ku ji kapasîteya wan wêdetir bûn, ji windakirina hezkiriyên xwe bigre heya birêvebirina jiyanê di bin bombebaran û dorpêçkirinê de, bêyî ku di avakirina pêşeroja xwe an ya gelê xwe de dengek rastîn werbigrin.

Ev plan her çiqas wek garantiya bidawîkirina şer were hesibandin jî, ne li gorî berjewendiyên Filistîniyan e û ne jî armancên wan nîşan dide. Bi ya min, ew ji nû ve avakirinê hewce dike da ku belavkirinek dadperwer a feydeyan mîsoger bike. Her wiha ji bo ku her du alî jî bi wekhevî sûd werbigrin. Jinên Filistînî di qonaxa pêş de jî divê tê de cih bigrin. Ji ber ku  herî zêde ew bandor dibin û yên herî jêhatî ew in ku vîzyonek mirovî û siyasî çêkin ku rûmetê di dilê her çareseriyek de datîne.